May 11, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • 15 leşkerên Tirkîyê li Herêma Kurdistana Iraqê hatin kuştinê

Di encama êrişa hêzên PKK ser artêşa Tirkîyê li axa herêma Kurdistana Iraqê de, 15 leşkerên tirk li derdora parêzgeha Hewlêrê hatin kuştinê.

Li gorî rapora mêdyayên ser bi PKK, hêzên PKK duh danê êvarê ji 8 milan ve êrişî leşkerên tirk ên li çîyayê Lîlekanê li devera Biradostê ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin.

Li gorî raporan, di encama vê êrişê de 15 leşkerên tirk hatin kuştinê û 7 jî birîndar bûn. Piştî vê pevçûnê, balafirên cengê yên Tirkîyê jî 4 caran bi dû hev cihê pevçûnê dan ber bombeyan.

Mele Kerîm Biradostî berpirsê çiqa YNK li devera Biradostê jî ji nûçegihanan re got ku ew êrişa li nêzîkî çîyayê Çîadîlê û gundê Lîlekanê qewimîye û artêşa Tirkîyê jî gundê Gare û Rikavê dane ber topan.

Wî herwiha got: herî kêm 200 leşkerên tirk li vê deverê bi cih bûne û niştecihên herêmê jî an tam cihê jîyana xwe terikandine û yan xwe li deverên ewleh sitirandine.