May 11, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em ê rûpeleke nû ya peywendîyên digel Bexdayê vekin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di dawîn roja bangeşeya hilbijartinan a PDK ragihand: Em dixwazin piştî hilbijartinan rûpeleke nû ya peywendîyên digel dewleta navendî ya Iraqê destpê bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK li koma hogirên vê partîyê li Hewlêrê got: Piştî hilbijartinan, em ê muzakirên digel Bexdayê bidomînin û em dixwazin ku dewreke nû ya peywendîyên digel Bexdayê destpê bikin.

Nêçîrvan Barzanî têkildarî peywendîyên Herêma Kurdistanê û welatên cînar jî got: Me peywendîyên baş digel welatên cînar hene û em ê wan berfire bikin.

Barzanî ji partîyên kurdên iraqî xwest ku piştî kutabûna hilbijartinan ji bo pêkanîna hevalbendîyeke sîyasî ya kurdî li parlimana Iraqê bi hev ra muzakirê bikin.

Eva li halekî ye ku dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê ji bo Hêzên Pêşmerge, Asayîş û Polîsên Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê, Polîs û Heşda Şeibî yên li Iraqê duh dest pê bû.

Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê herwiha bal kişand ser vîya ku zêde ji 850 hezar welatîyên iraqî yên derveyî welêt dikarin di çaremîn dewra hilbijartinên parlimanê de dikarin pişkdar bin û dengê xwe bidin û ragihand ku li 21 welatên cîhanê navendên dengwergirtinê ji bo welatîyên iraqî yên derveyî welêt hatine kivşkirinê ji wan li Komara Islamî ya Îranê.

Li gorî ragihandina Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, 24 milyon kes ji nifûsa 37 milyon kesî ya vî welatî dikarin li hilbijartinên parlimanê pişkdar bin.

Hilbijartinên Iraqê yê di roja şemî 12`ê Gulanê de bên lidarxistinê.