Hevdîtina wezîrê karên hundir ê Iraqê tev Nêçîrvan Barzanî
Qasim El-Ercî wezîrê karên hundir ê Iraqê ku îro çarşemiyê bi taximeke pilebilind sefera Hewlêrê kiriye bi Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Şefeq Newsê, li gorî daxûyaniya Herêma Kurdistana Iraqê li vê hevdîtinê her du alî, alûgurên muzakirên vê dawiyê navbera Bexda û Hewlêrê hilkolandin û tevî gotûbêja li bara îbtalkirina qedexetiya firînên navneteweyî li balefirgehên Herêma Kurdistanê hêvî kirin: Ev kiryara tevî ku navbera Bexda û Hewlêrê pêbaweriyê pêk bîne, her wiha bibe sedema rakirina pêngvaên din ên mîna dayîna mûça kedkarên Herêma Kurdistanê jî.
Beriya vê hevdîtinê, Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê îro li civîneke rojnamevaniyê tev Kerîm Sencarî, serokê karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistana Iraqê raghand: Balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ser firînên navneteweyî de hatin vekirin.
Kerîm Sencarî jî got: Vekirina balefigehên Hewlêr û Silêmaniyê pêngavek li çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê li gorî qanûna bingehîn tê hesabê.
Mesûd Brzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê jî îro li twîtera xwe ji biryra Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo rakirina qedexetiya firînên navneteweyî yên balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê pêşewazî kir.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh tevî rakirina qedexetiya firînên derveyî li Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir:Ji niha şûn de bepirsiyariya çavdêrî û rêveberiya van balefirgehan dê ser istûyê Wezareta karên hundir a Iraqê be.