Adar 13, 2018 17:55 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê ketine nav sê kîlometriya axa Herêma Kurdistana Iraqê

Fermandarê navça Soranê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, leşkerên Tirkiyê bi zêdekirina pêşveçûnên xwe li axa Herêmê, ketin nav sê kîlometriya axa Herêma Kurdistana iraqê û hejmara wan jî ber bi zêdebûnê ye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Kurmanc Izet, fermandarê navça Soranê li bakûrê Herêma Kurdistana Iraqê û li ser sînorê Tirkiyê li hevpeyvîna bi malpera nûçeyan a Xendanê, got ku di van du rojên buhurî de, pêşveçûnên leşkerên Tirkiyê li axa Herêma Kurdistanê zêde bûne û niha ew gihîştine sê kîlometriya axa Herêmê û hevgavê vê yekê hejmara hêzên xwe jî zêde kirine.

Fermandarê navça Soranê li bakûrê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Ev leşker ji mehek û nîvan beriya niha va derbasî axa Herêmê bûne û li navçeyên sînorî yên Xuwarkorkê li zincîreçiyayên Robarokê bi cih bûne û armanca pêşveçûnên wan nediyar e.

Wî herwiha got ku leşkern Tirkiyê li van navçeyan bargeh û pêgehên zêdetir ji bo xwe ava kirine û li ser sînorên xwe hejmareka zav a tank û alavên giran ên leşkerî û topxaneyî bicih kirine û balafirên cengê yên Tirkiyê jî li esmanê navçê têne dîtin.

Li çend rojên buhurî jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku artêşa vî welatî piştî bi dawîanîna operasyona êrişa ser kurdên Sûriyê li Efrînê, wê êrişa ser hêzên PKK`ê li Herêma Kurdistanê destpê bike.