Adar 13, 2018 15:50 Asia/Tehran
  • Qedexeya ser geştên navnetewî li balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê hat rakirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku dorpêça li ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê werin rakirin, li gor çavkaniyekê, piştî du rojan biryar dê were cîbicîkirin û geştên navdewletî yên ji balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê bikin.

Li gor çavkaniyekê ku ji televîzyona fermî ya Iraqê El-Iraqiye re axiviye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînekê de ragihandiye ku roja pêncşemê (15-03-2018) herdu balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanî ji bo geştên navdewletî dê werin vekirin.

Heyder Ebadî jî bi daxuyaniyekê ragihad: “Piştî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî daxwazên me, me biryar da ku balafirxaneyên Herêma Kurdistanê werin vekirin.” Ebadî herwiha destnîşan kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pabendî wê yekê ye ku desthilata hikûmeta navendî bo balafirxaneyan vegere.”

Li gorî gotina serokwezîrê Iraqê, komîteyeke pilebilind bi pişkdarîya nunerên berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê û berpirsên dewleta navendî ji bo çavdêrîya ser birêvebirina balafirgehan û derîyên sînorî yên li bakûra Iraqê dê were pêkanînê. Ew komîte yê raporên xwe bi awayekî rasterast raberî Heyder Ebad bike.

Piştî referandoma cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê yek ji wan dorpêçên hikûmeta Iraqê ser Herêma Kurdistanê ew bû ku geştên navdewletî yên li balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê hatin ibtalkirin û rawestandin.