Sibat 14, 2018 15:19 Asia/Tehran
  • Serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê:Em dixwazin peywendiyên me bi Îranê re berfire bikin

Serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina tev serkonsûlê Îranê li Hewlêrê got:Em hez dikin peywendiyên me bi Îranê re berfire bibin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Cefer Îmenkî serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê li kêleka rêûresma pîrozkirina salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî ya Îranê li kunsolxana Îranê li Hewlêrê, li hevdîtina tev Murtiza Ebadî serkonsûlê Îranê ragihand ku peywendiya tev Îranê hertim sebeba şanaziya karbidestên kurd û gelê Kurdistana Iraqê ye.

Serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Hewlêr hertim dixwaze ku peywendiyên tev Têhranê berfirehtir bibin û ez wekî serokê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê bona serê xwe girtina vê xwestekê hemû xebata xwe dê bikar bînim.

Cefer Îmenkî ku hevrê digel parek ji nûnerên parlemana herêma Kurdistana Iraqê pişkdariya rêûresma bîranîna salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî ya Îranê kiribû ragihand: Peywendiyên tev Komara îslamî ya Îranê ji pilanên sereke ya Herêma Kurdostana Iraqê ye û dîroka me û Îranê rewşa qahîmkirina peywendiyan pêwîst dike.

Li van çend rojana parek pir ji xelkê, partî û aliyên siyasî û mezhebî yên Herêma Kurdistana Iraqê seredana kunsolxana îranê li Hewlêrê kirin û salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî li gelê îranê pîroz kirin.