Sibat 08, 2018 20:16 Asia/Tehran
  • Rawêjkarê YNK`ê pesna rêberê inqilaba islamî ya Îranê da

Rawêjkarê dînî yê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got ku ayetulah Xaminêyî bi maqûlbûn û tivdîra xwe ya taybet, Îran bi rêve birîye.

Mamoste Nîyazî Hewramanî rawêjkarê dînî YNK`ê li gotûbêja digel ajansa nûçan a Tesnîmê, bi pîrozkirina salvegera serketina inqilaba bicoş a islamî ya gelê Îranê got: Inqilaba islamî ya Îranê inqilabek e ku divê bi wê şanazîyê bikin ji ber ku rûmet û serbilindîya misilmanan careka din zivirand.

Mamoste Nîyazî Hewramanî bal kişand ser mijara Filistînê wek pirsigêrka herî girîng a cîhana islamê û got: Yek ji destkevtên Inqilaba Islamî ya Îranê ew e ku filistînî li hemberî zilim û sitema rêjîma Israîlê, tenê Îranê li rex xwe dibînin û Îran tenha welatek e ku di 40 salên buhurî de li hemberî dagirkerîya israîlîyan sekinîye.

Vî kesayetîyê kurd ê iraqî pêgirî kir: Dijmin bi awayekî berdewam mijûlê komplo û lawazkirina cîhana islamê ne lê bi serketina Inqilaba Islamî ya Îranê û dewam, qahîmbûn û pêşketina wê li navçe û cîhanê, berbendeke qahîm li hemberî komplokarî û nêtên xirab û şeytanî yên dijminên islamê pêk hatîye û roleke girîng li pûçkirina wan lîstîye.

Rawêjkarê dînî yê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê herwisan got: Komara Islamî ya Îranê tevî dijminatîya welatên rojavayî bi rêvebirîya Amerîkayê û sepandina boykotên herî giran, pêşketinên berbiçav di warên sîyasî, aborî, civakî û têknolojîyê de bi dest xistine û niha bi saya wan pêşketinan, Îranê wek hêzeke navçeyî roleke nayê inkarkirinê li muadileyên navçê heye.