Sibat 08, 2018 08:34 Asia/Tehran
  • Nedîyarbûna dema hilbijartinên parlimanê li Herêma Kurdistana Iraqê

Civîna serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê digel parlimana xwecî û komsyonên bilind ên hilbijartinan û giştpirsîyê ji bo kifşkirina dema lidarxistina hilbijartinên parliman û serokatîya vê deverê bê encam bi dawî hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê duh li civîneke rojnamevanîyê got ku li civîna ku ji bo kifşkirina dema lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqê bi pişkdarîya desteya serokatîya parlimanê û komsyona bilind a hilbijartinan hat lidarxsitin, demek ji bo lidarxistina van hilbijartinan nehat dîyarkirin û divê di vî warî de bi partîyên kurd re rawêjkarî bê kirin.

Barzanî herwisan got: Tu berbendek ser rêka lidarxistina hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê tineye lê bê guman kifşkirina dema deqîq a wê hewcedarê rawêjkarî û hevdengîya digel partîyên kurdan e.

Nêçîrvan Barzanî pêgirî kir ku komsyonên bilind ên hilbijartinan û giştpirsîyê li vê civînê hatin erkdarkirin ku bi lidarxistina civînên rawêjkarîyê digel partîyên kurdan dema deqîq a lidarxistina hilbijartinên Kurdistana Iraqê kifş bikin.

Berî vîya Barzanî li nameyekê ji bo serokatîya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê xwestibû ku rêkarên qanûnî ji bo lidarxistina hilbijartinan li navça Kurdistana Iraqê bên dabînkirin.

Partîyên kurdên Iraqê hela li bara dema lidarxistina hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê li hev nekirine û tê payîn ku ew ji bo piştî hilbijartinên parlimana Iraqê bên paşxistin ku yê di 12`ê Gulanê de werin lidarxistin.