Sibat 03, 2018 16:58 Asia/Tehran
  • Mercê Herêma Kuurdistanê ji bo radestkirina meydana herî mezin a niftê bo Bexdayê

Parlimanterekî Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Hewlêr yê bi merc meydana herî mezin a niftê ya xwe radestî Bexdayê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Elî Mihemed Salih parlimanterê Tevgera Gorranê li parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl kirîye meydanên niftê yên Xormelê ku meydanên herî mezin ên niftê yên Herêma Kurdistanê tên hesêb, radestî dewleta navendî ya Iraqê bike.

Wî got: Heke Bexda 22 milyard dolar deynê Herêma Kurdistanê bide ser milê xwe, dê Hewlêr van meydanên niftê radest bike.

Elî Mihemed Salih ku endamê komîteya aborî ya parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ye piştrast kir ku parliman l idijî vê yekê ye, ji ber ku meydana niftê ya Xormeê meydana herî mezin a niftê ya Herêma Kurdistanê ye û di rojê de 110 hezar bermîl nift jê tê derxistin û ji hêla din ve çavkanîya deynê 22 milyard dolarî yê YHerêma Kurdistanê kifş nîne ji ber ku hikûmeta Herêmê di 4 salên buhurî de 22 milyard dolar wek miaş daye karmendên xwe, ne zêdetir.

Vî endamê komîteya aborî ya parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê nezelalbûna meseleyên niftê û dijwarbûna rewşa jîyanê û nedayîna miaşan li Herêma Kurdistanê sedemên lihevnekirina Bexda û Hewlêrê zanîn.