Çile 30, 2018 20:04 Asia/Tehran
  • Helwest û biryara parlimana xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî êrişa Tirkîyê ser Efrînê

Endamê Palrmenetoya xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ser bi YNK`ê Xelef Ehmedî ragihand ku parlamentoya Herêma Kurdistanê li civîna îro çend biryar têkildarî êrişa Tirkîyê ser Efrîna Sûrîyê dan.

Palrmenetoya xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê îro bi awayekî taybet li ser rewşa Efrînê civiya û bi piraniya dengan di beşa yekem de ev mijar hat nirxandin.

Endamê Palrmenetoya xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ser bi YNK`ê Xelef Ehmedî got ku  biryarên têkildarî êrişa Tirkîyê ser Efrîna Sûrîyê ev in:

Şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser deverên kurdnişîn ên Sûrîyê

Bangkirin li dewletên cîhanê kir ku êrîşên Tirkiyê li ser deverên kurdnişîn ên bakûra Sûrîyê bidin rawestandin.

Bangkirin li Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariya bide kesên ji ber bombebarana Tirkiyê ji Efrînê û herêmên wê aware bûne.

Bangkirin li Encûmena Ewlekariyê ya NY kir ku helwestekê li hemberî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê nîşan bide.

Bangkirin li civata wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê kir ku deriyên sînorî yên vê navçê digel deverên kurdnişîn ên Sûrîyê re vekin û alîkariyên madî û manewî bigihînin wê derê û herwiha hewlên xwe yên dîplomatîk ji deverên kurdnişîn ên Sûrîyê bidin destpêkirin.

Parlamanterê YNK`ê diyar kir ku biryar hatiye dan ku lijneyek were damezirandin û projeya biryarekê derbarê Efrînê de were amadekirin ku li civîna Parlamantoya xwecî ya Herêma Kurdistanê bikeve ber gotûbêjê.