Çile 29, 2018 17:26 Asia/Tehran
  •  Parlemana Iraqê  boykotên  bankî yên li dij Herêma Kurdistana Iraqê rakirin

Çavkaniyên iraqî li bara rakirina boykotên bankî yên li dij Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê parlemana Iraqê agahî dan.

 Li gorî rapora Mehr Newsê û ji zarê Someriye Newsê, çavkaniyên iraqî li bara rakirina boykotên bankî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê parlemana Iraqê agahî dan.

Li gorî vê raporê, li civîna  îro ya parlemana Iraqê biryara  rakirina boykotên bankî yên li dij Herêma Kurdistanê hat dayîn.

 Hêjayî gotinê ye ku  piştî lidarxistina giştpirsiya cidabûna  Herêma Kurdistanê li 25 Îlona par, peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê aloz bûn û dewleta navendî ya Iraqê hin tedbîr li dijî Herêma Kurdistana Iraqê bikar anîn ku yek ji wan boykotên bankî bû.