Pêgirîya Berhem Salih ser lidarxistina hilbijartineke saxlem û şefaf li Herêma Kurdistana Iraqê
Berhem Salih serokê Hevalbendîya Dêmokirasî û Dadperwerîyê pêgirî li ser pêwîstîya lidarxistina hilbijartineke saxlem û şefaf û herwisa wergirtina nêrîn û dengê gel kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Iraqê, Berhem Salih duh li hevdîtina digel Alîs Walpol alîkara kar û barên sîyasî ya şandîyê taybet ê NY bo Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya hevkarî û hewildana cidî ji bo çareserkirina bingehîn a qeyranên niha kir û xwest ku hilbijartineke şefaf û saxlem bê lidarxistin û careka din biryara gel wek rêya herî baş ji bo veguhestina dêmokiratîk û biaştî ya desthilatê bê berçavgirtin.
Berhem Salih herwiha bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: Pêwîst e ku ew pirsgirêk bi rêka gotûbêjê bi awayekî ku alkarîyê bide demajoya sîyasî û ewlehîyê nemaze rewşa jîyana welatîyan bên çareserkirin.
Berhem Salih berî vîya wek berteka li hemberî dijwarbûna nearamîyên li bakûra Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya danûistandina digel Bexdayê kir û xwest ku hikûmeta veguhestinê li Kurdistana Iraqê were pêkanînê.
Bi dû lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ku di 25`ê Îlonê de hat lidarxistinê, kêşeyeke giran di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat.