Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê çû dîtina Pop Fransîs
Çile 13, 2018 10:44 Asia/Tehran
Nêçîrvan Barzanî serokê rêvebiriya herêmî ya Herêma Kurdistana Iraqê li Vatîkanê bi Pop Framnsîs, rêberê Katolîkên dinyayê ra hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNA`yê ji Romayê, serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê piştî giştpirsîna bi gengeşe ya cudabûna vê herêmê di meha Îlona sala 2017an da roja Îniyê li Vatîkanê digel Pop derheq rewşa Herêmam KUrdistanê û xirîstiyaniyan hevpeyvîn pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî hevrê digel komeka berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê sefera Vatîkanê kiriye.
Berî ketina koma têrorîst a DAIŞ`ê nav hin beşên rojava û bakurê Iraqê, derdora 400 hezar xirsîtiyaniyan li Iraqê dijiyan; Lê piştî cinayetên vê koma têrorîst li pişkên dagirkirî yên Iraqê, pirraniya wan neçar man vî welatî terk bikin.