Çile 09, 2018 10:19 Asia/Tehran
  • Amadetiya Barzanî ji bo şandina hisabên derfirotina niftê bo Bexdayê

Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiyê li çarçova baştirkirina pêwendiyên navbera vê ehrêmê û Bexdayê, amadetiya xwe ji bo şandina hisabên derfirotina niftê bo Bexdayê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê nasyar bi ISNA`yê, Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiyê li nav nûçegihanan li Hewlêrê bal kişanser ser amadetiya vê herêmê ji bo şandina dosyeya niftê ya Herêma Kurdistana Iraqê digel hûrgilliyan ji bo dewleta navendî li Bexdayê û got: ``Ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, heke pêwîst be, em ê vê dosyeyê bona ronbûn û zelalkirinê bidin ber destê parlimana Iraqê``.

Dewleta Iraqê bona destpêkirina gotûbêjên siyasî bi Hewlêrê ra hin şert û merc ji wan ragihandina fermî ya betalkirina encamên Giştpirsîna neqanûnî ya cudabûnê, radestkirina tevahiya firokexane û derbasgehên sînorî, radestkirina derhata niftî û ne-niftî û derhata bac û xeraca Herêma Kurdistanê bo dewleta navendî li Bexdayê diyar kirine.

Pêncşemiya bihurî desteyek ji Herêma Kurdistana Iraqê çû Bexdayê û digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Heyder Ebadî li vê gotûbêjê lis er yekîtiya navbera komên iraqî pêgirî kir.