Cotmeh 13, 2017 19:49 Asia/Tehran
  • 60 hezar dolar ziyan li balafirgeha Silêmaniyê ket

Bi dû sekinandina geştên derve li balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê ya li ser biryara Bexdayê, berpirsên balafirgeha Silêmaniyê qala ziyana 60 hezar dolarî di rojê de dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, bi dû lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di 25`ê Îlonê de, dewleta federal a Bexdayê, hin kiryarên tenbîhî dijî rêberên Herêmê cih anîn ku sekinandina geştên hewayî yên derve li balafirgehên Herêmê yek ji wan karan e.

Bi derbasbûna hefteyekê ji destpêbûna cihhatina van kiryaran, niha Zahir Ebdulah, birêvebirê balafirgeha Silêmaniyê, malpera nûçeyan a El Melûme ya Iraqê re got: Ziyaneka giran li me ketiye, derhata firrînên navxweyî hin nîne û heta nikare miaşa karmendan jî dabîn bike.

Wî got: Ziyanên jiber vê yekê di rojê de di navbera 50 heya 60 hezar dolarî ne tevî ku heya berî sekinandina firrînên derveyî, derkirrîna bi rêya vê termînalê, di salê de digihîşte 10 mîlyon dolarî.