Cotmeh 13, 2017 12:35 Asia/Tehran
  • Zêdebûna nakokîyan li Herêma Kurdistana Iraqê/PDK`ê ketîye ber zexta partîyên navçê

Nakokîyên navxweyî li Herêma Kurdistana Iraqê gurr bûne û zexta partî û komên curbicur ser îdara xwecî ya vê navçeyê jibo gotûbêja tev dewleta Bexdayê zêde bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Awêneyê ji Silêmanîyê, weşandina sê daxûyanîyan di kêmtir ji sietekê de ji alîyê rêvebirên YNK`ê ve têkildarî birêvebirina hevpar a deverên kêşeliser nemaze Kerkûkê û pêwîstîya wêdabirina Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê ku ji hêla parlimana Iraqê ve hatîye wêdebirin, zemîneya ibtalkirin an rawestandina encamên giştpirsîya cidabûnê ji hêla YNK`ê ve bihêz kirîye.

Li gorî vê raporê, hin çavkanîyên nêzîkî polîtboroya YNK`ê ji ajansa nûçan a Awêneyê re gotine ku ew jibo cidakirina Silêmanî, Helebçe û Kerkûkê ji parêzgehên din û ibtalkirina encamên giştpirsîyê ne.

Di vî halî da Pavil Talebanî kurê rehmetîyê Mam Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê jî duh danê êvarê bi peyamekê ji fraksyona YNK`ê li parlimana Iraqê xwest ku bizvire parlimana dewleta fêdêral.

Tevgera Gorranê û Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê jî duh bi daxûyanîyeke hevpar bal kişandin ser vê yekê ku ev navçeya li ber gêreyê ye, kesên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li dar xistin, hişyar kirin û ew berpirsê her gêreyekê zanîn.

Ji hêla din ve Mserûr Barzanî rawêjkarê ewlehîya netewî ya Herêma Kurdistana Iraqê şeva buhurî li hevpeyvîna tev pişka ingilîsî ya BBC`yê got: Em ji helwestên nerênî yên civaka cîhanî û Amerîkayê li hemberî giştpirsîyê bêhivî bûne û em çaverê bûn ku heke piştgirîyê nakin jî, neyarîyê nekin.