Cotmeh 13, 2017 11:58 Asia/Tehran
  • Bicihbûna bi dehan hezar hêzên Pêşmerge bi çekên giran li sînorên parêzgeha Kerkûkê

Rêveberiya Asayîşa Kerkûkê ser bi PDK`ê ragehand ku, bi dehan hezar pêşmerge ligel çekên giran giheştin parêzgeha Kerkûkê û rê nadin ti hêzek derbasî vê parêzgehê bibe.

Rêveberiya Asayîşa Kerkûk(PDK) di daxuyaniyekê de ku îro Înê belav bû, ragehand ku, bi fermana Mensûr Barzanî lîwayê taybet 1 û leşkerê Gulan û hêzên piştvanî 1 û çendîn lîwayên hêza zêrevanî, herwiha bi deh hezaran pêşmerge ligel çekên giran giheştin sînorê parêzgeha Kerkûkê.

Şeva borî encûmena asayîşa herêma Kurdistana Iraqê li ser rûpela xwe ya taybet li Tiwîterê belav kiribûn ku, hejmarek berçav ji hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dil hene derbasî Kerkûkê bibin.