Îlon 17, 2017 19:25 Asia/Tehran
  • YNK`ê daxwaza lêkolîna micid ser pilana alternatîva giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê kir

Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê daxwaza lêkolîna micid ser pilana welatên rojavayê ya alternatîva giştpirsiya vê Herêmê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Hevçaxî zêdebûna gotûbêjan li ser giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê, Mela Bextiyar serokê taxima îcrayî ya nivîsgeha siyasî ya YNK`ê li press konferansekê xwest ku bi micidî pêwîst e li ser pilana welatên rojava ya li dewsa giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê lêkolîn bê kirin.

Mela Bextiyar destnîşan kir: Em dixwazin hûrgiliyên li ser pilana welatên rojava ya li dewsa giştpirsiyê bizanibin û li van du rojana civînan bona lêkolîna ser vê pilanê dayînin ta ku pirsgirêkan bikaribin çareser bikin.,

Wî got: Bona îcrakirina pilana welatên rojava li dewsa giştpirsiyê em zimanetan dixwazin.

Li vî halî Muhemed Seididîn endamê konseya bilind a giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê jî li bara giştpirsiyê got: Piştî ku parlemana Herêma Kurdistana Iraqê dem û gava giştpirsiyê kifş kir, Konseya bilind a giştpirsiyê nikare vê dem û gavê îbtal bike yan paşda bavêje.