Îlon 17, 2017 17:05 Asia/Tehran
  • Qasimî: Giştpirsiya cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê şaştiyeke stratejîk e

Berdevkê wzareta karên dreve ya Îranê lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, şaştiyeke stratejîk da zanîn û got: Ev gişpirsiya ewlehî û aramiya Iraqê dixe xeterê.

 Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya  Îranê roja  yekşemiyê li gotûbêja bi televîzyoan Cizîrê got: Sekinîna ser  lidarxistina  giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana  Iraqê derbeyê li hemî hewldana  jibo şerê li hember terorîzmê li navçê dixe.

  Qasimî destnîşan kir: Giştpirsiya  li Herêma Kurdistana Iraqê  tam  li dijî ewlehî û aramiya li Iraqê ye û  gefê li pêvajoya siyasî dixwe.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku Iraqê demokrasiyeke sawa heye û destnîşan kir: Ev kiryara  her wiha  li dijî hewldanên  li warê şerê li hember terorîzmê û fanatîzmê li navçê û Iraqê ye û tenê dê bibe sedema  nearamî û  aloziya navçê û Herêma Kurdistana Iraqê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Dost û birayên kurd dikarin li saya  Iraqeke yekgirtî û demokratîk û li çarçoveya  qanûna  bingehîn  a vî welatî xwestekên xwe cih bînin û tam bighêjine mafên  xwe.

 Hin partiyên  Hrêma Kurdistana Iraqê, 7 Hezîrana 2017an  li civînekê bi beşdariya  Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê  lidarxistina  giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li 25 Îlona 2017`an  pesend kirin, mijara ku rastî dijberiya cidî ya dewlet, komên  curbicur ên iraqî û welatên  navçê û cîhanê hatiye.