Îlon 17, 2017 12:19 Asia/Tehran
  • Fûad Masûm daxuyaniyek ji bo referandûmê da

Serokê Iraqê Fûad Masûm bangî Hewlêr û Bexdayê kir ku bi rêya diyalogê kêşeyên navbera xwe çareser bikin.

Li gorî ragihandina duh êvarê ya malpera Al-Sumariya Newsê, Piştî ku Serokomarê Iraqê Fûad Masûm bi Sekreterê Giştî yê Rêxsitina Bedrê ya Heşdî Şeibî Hadî El-Amirî re civiya, Serokatiya Iraqê daxuyaniyek belav kir û dewsa Refrandûma Cudabûnê, tê de li ser diyalogê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî de sekiniye.

Herwiha Masûm bang kir ku her kes her tiştê ji destê wî tê bila bike daku yekîtiya niştimanî û pêkvejiyana navbera pêkhateyên Iraqê werin parastin.

Li gorî daxuyaniya Masûm û Elamirî behsa geşedanên dawî yên ewlehiyê û yê siyasî kiriye û nexasim li ser referandûma herêma Kurdistanê û têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku El-Amirî hişyarî dabû ku referandûma Kurdistanê dibe bibe sedema "şerê navxweyî" û bangî birêveberiya Kurdistanê kiribû ku dest bi diyalogê li gel Bexdayê bike û referandûmê betal bike.

Hêjayî gotinê ye Parlemana Iraqê li hemberî Serokomar Fûad Mesûm ji bo di mijara referandûmê de bêdeng dimîne dest bi hemleyeke siyasî kiribû daku Fûad Masûm ji erka wî bi dûr bixin.Partiyên şîe, ereb û tirkmen ji bo Serokkomar Fûad Mesûm ji wezîfeyê dûr bixin dest bi berhevkirina îmzeyan kiribû.