Pêşniyara Rêxistina Netewên Yekgirtî ji bo Barzanî
Rêxistina Netewên Yekgirtî pêşniyara paşdaxistina giştpirsiya cûdabûna Herêma Kurdistana Iraqê daye Mesûd Barzanî serokê vê herêmê.
Li gor rapora Fars News`ê, Yan Kubîş nûnerê taybet ê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Iraqê pêşniyar daye Barzanî ku li dewsa giştpirsiyê gotûbêjên xwe tev Bexdayê bidomîne ta ku bi hevra bigehêjin rêketinekê û van gotûbêjan jî bo mudeha sê salan bidomîne û Civata Navnetewî jî li vê prosê dê piştevaniya van gotûbêjan bike.
Yan Kubîş ragihandiye ku bila Hewlêr û Bexda gotûbêjên xwe di bin çavdêriya Konseya Ewlehiyê bidomînin ta ku li ser babetên ku neyarî li ser wan hene bigehêjin encam û rêketinê.
Yan Kubîş hêviya xwe daye diyarkirin ku Barzanî li 2 yan 3 rojên tê da li ser vê pêşniyara Rêxistina Netewên Yekgirtî lêkolînê bike û bersivê bide vê saziya navnetewî.
Partîyên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê vê herêmê biryar dan ku giştpisîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistin.
Dewleta Iraqê û komên curbicur ên vî welatî jî bertekek cidî û vebirr li hemberî vê biryarê nîşan dane.