Îlon 14, 2017 16:37 Asia/Tehran
  • Daxwaza Barzanî ji Parlemana Iraqê ji bo venihêrîna ser pesendnameya Giştpirsînê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji parlemana vî welatî xwest ku venihêrînekê li pesendnameya xwe ya dijayetiya digel lidarxistina Giştpirsînê pêk bîne.

Nûnerên parlemana Iraqê roja Sêşemiya buhurî, 12`ê Îlona 2017`an, tevî nerazîtiya endamên kurd ên parlemanê, dijayetiya xwe digel plana lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji dewleta navendî ya vî welatî diyar kiirn.

Li gorî rapora îro ya IRIB News`ê, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî li axaftina xwe li navçeya Akreyê li bakurê vî welatî îdia kir: ``Biryara ji bo lidarxistina Giştpirsînê biryareke kesane an partîtî nîne, belkê biryara Kurdan e``.

Mesûd Barzanî bi bîr xist: ``Heke alternatîvek ji bo Giştpirsînê were raberkirin, ku hemî armancên Herêma Kurdistana Iraqê têda bên berçavgirtin, dê were qebûlkirin``.

Li vî halî, Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê duh anku Çarşemiyê bi daxûyaniyekê tevî diyarkirina dijayetiya xwe digel bernameya hin rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li vê navçeyê, ji rayedarên iraqî xwest ku ji bo girtina pêşiya vê bernameyê bikevin tevgerê.

Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê li vê daxûyaniyê, `Dûhatên nebaş û bixeter ên siyaseta cihanîna Giştpirsînê` ragihandiye gelê Iraqê bi taybet rûniştiyên Herêma Kurdistana vî welatî.

Berdevkê fermî yê wezareta karên derve ya Iraqê jî qala dijayetiya Konseya Wezaretiya Yekîtiya Ereban digel lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Pêgiriya serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî li ser lidarxistina Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017`an da, tûşî berteka tund a dewleta Iraqê, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye.