Bicihbûna hêzên emerîkî li Hewêra Iraqê/ dewama dijberiya li hember plana Barzanî
Bereberê lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, rayedarekî iraqî raghand ku hêzên emerîkî nêzîkî parêzgeha Hewlêrê bicih bûne.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, û ji zarê navenda nûçan a Sewt Ul-Irtaqê, Arî Hersîn, serokê komîsyona pêşmergeyên kurd li parlemana xwecî ya Kurdistana Iraqê, îdia kir ku bicihbûna hêzên emerîkî li Hewlêrê tu xeterek jibo Herêma Kurdistana Iraqê tine.
Li gorî gotina Arî Hersîn, hêzên emerîkî li navça Mexmûrê li parêzgeha Hewlêrê bicih bûne.
Hevgav lê bi zêdebûna dijberiyên li hember cihanîna plana giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, fraksiyona eşîrên Iraqê, daxwaza betalkirina vê giştpirsînê kirin.
Li gorî gotina malpera nûçan a kanala El-Someriye, Ebûd Îsawî serokê farksiyona eşîrên Iraqê, li parlemana vî welatî, roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê, ji dewlet, parleman û komên siyasî xwest ku li hember fitneya nû li Iraqê rawestin.
Televîzyoan El-Alamê jî roja çarşemiyê raghand ku konseya walîtiya Selahedînê li bakurê Iraqê bi piraniya dengan, dijberiya xwe li hember lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê li vê parêzgehê raghand.
Pêştir Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tevî tekezkirina ser neqanûnîbûna plana giştpirsiya li Herêma Kurdistanê, rayeadrên vê herêmê vexwendine gotûbêja bi Bexdayê re . Parlemana Iraqê jî li civîna xwe ya roja sêşmeiyê dengê nerênî da plana giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistanê û lidarxistina wê neqanûnî da zanîn.
Her wiha li gor nûçan hejmarek ji nunerên parlemana Iraqê li halê komkirina hin îmzeyan jibo betalkirina dengê pêbaweriyê ji Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê ji ber bêdengiya wî li hember giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana vî welatî ne.
Elî El-Bedîrî nunerê bereya El-Îslahê ya Iraqê, roja çarşemiyê li hevpeyvîna bi kanala nûçan a Somerieye Newsê got: Serokkomarê Iraqê ser sonda ku ku jibo parastina ewlehî û yekitiya erdê Iraqê û gelê wê xwariye,nesekniye û bi bêdengiya xwe ya neqanûnî, gef li yekitiya Iraqê xwariye.
Îsrara Mesûd Barzanî ser lidarxistian giştpirsiya cidabûna Jerêam Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017an rastî berteka cidî ya dewleta Iraqê, komên curbicur ên iraqî û welatên navçê û cîhanê hatiye.