Îlon 13, 2017 19:48 Asia/Tehran
  • Roja pêncşemê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê yê bê aktîvkirin

Civata Bilind a Giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê bi daûxyanîyekê ku çend xalan digire ber xwe ragihand ku parlimana vê herêmê yê roja pêncşem ango sibê 14`ê Îlonê yê bê aktîvkirin û tekezî li ser lidarxistina giştpirsîyê kir.

Roja yekşem 10`ê Îlonê Civata Bilind a Giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê bi serokatîya Mesûd Barzanî û amadebûna Kusret Resûl Elî û endamên Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê civîneke asayî li dar xist.

Li vê civînê alûgurên sîyasî û helwestên herî dawîyê yên nav Herêma Kurdistanê û Iraqê û civaka navnetewî û herwiha seredana sêkrêtêrê giştî yê Yekitîya Ereban bo Herêma Kurdistana Iraqê hatin hilkolandin.

Li wê civînê herwiha lihevkirina dîrokî ya PDK`ê û YNK`ê ku di 10`ê Îlonê de jibo çalakirina parlimana xwecî pêk hat, lihevkirineke bilind hat nirxandin.