Îlon 13, 2017 15:39 Asia/Tehran
  • Şandina hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê li gorî fermana Barzanî

Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi heceta tişta ku gefên Heşdi Şeibî li dijî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi nav dike, hêzên Pêşmerge şandin parêzgeha Kerkûkê.

Li gorî rapora Fars News`ê, Hesen Tûran parlimanterê turkmanî li meclisa Iraqê li hevpeyvîna digel malpera nûçan a Al Malûme ya Iraqê ragihand: Hejmareke zêde ya hêzên Pêşmerge duh li gorî fermana Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li deverên curbicur ên navenda parêzgeha Kerkûkê bi cih bûn.

Vî parlimanterê turkman herwiha got: Bicihkirina van hêzana li Kerkûkê, pêngaveke handanê ji hêla Herêma Kuridstana Iraqê ve tê hesêb û delweta navendî ya Bexdayê divê hêzên artêşa Iraqê demlidest bişîne û ewlehîya parêzgeha Kerkûkê dabîn bike.

Di vî halî de, Mihemed Agaoglu serokê nivîsgeha Tevgera Turkmanî ya Iraqê li hevpeyvîna digel malpera nûçan a Bexdad Al Yewmê, wek berteka li hemberî idiaya Barzanî têkildarî vîya ku hemî alî li Kerkûkê giştpirsîyê piştrast û erê dikin, got: Turkmen li dijî lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistsanê ji Iraqê ne û di vê çarçovê de civîna duh a ligel Barzanî boykot kirin û têda pişkdar nebûn.

Serokê nivîsgeha Tevgera Turkmanî ya Iraqê herwiha got: Turkmen girêdayîyê yekperçetîya ax û gelê Iraqê ne û giştpirsîyê sedema pekandina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bo deverên din ên Iraqê dizanin.