Îlon 12, 2017 17:33 Asia/Tehran
  • Dijberîya erebên Kerkûkê li hemberî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistnê ji Iraqê

Konseya erebên parêzgeha Kerkûkê ji serokê Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku ev parêzgeha li giştpirsîya 25`ê Îlonê pişkdar nebe.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Ismayîl Hedîdî yek ji berpirsên konseya ereb a parêzgeha Kerkûkê li daxûyanîyekê bal kişand ser dijberîya erebên vê parêzgehê li hemberî pişkdarîya li giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ku biryar e di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê û got: Ev daxwaza ji hesta berpirsîyarîyê û hewldana jibo parastina aştî û aramîyê di nav niştecihên Kerûkêk de çavkanîyê digire ku divê Barzanî rêzê lê bigire.

Ji hêla din ve, Parlimana Iraqê piştî ku dengê Na da lidarxistina giştpirsîya li Herêma Kurdistana vî welatî, serokwezîrê Iraqê erkdar kir ku jibo çareserkirina vê pirsgirêkê, bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bi awayekî rasterast muzakirê bike.

Casim Mihemed Ceifer endamê parlimana Iraqê jî di vî warî de got: Ev giştpirsî destûra bingehîn binpê dike lewma yê biryara ibtalkirina giştpirsîyê bê dayînê, wek biryara ku li bara neqanûnîbûna bilindkirina alaya Herêma Kurdistanê li devera kêşedar a Kerkûkê li bakûra Iraqê hat dayîn.