Îlon 12, 2017 15:54 Asia/Tehran
  • Seredana nişkêve ya Mesûd Barzanî bo Kerkûkê

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê di bin sîya neyarîya turkmen û erebên Kerkûkê li hemberî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê, derbasî vê parêzgehê bû.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro derbasî parêzgeha Kerkûkê yek ji deverên nakokbar ên l igorî destûra bingehîn a Iraqê bû.

Barzanî li halekî seredana Kerkûkê dike ku tirkmen û erebên vî şarî li dijî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê ne û heta ew boykot kirine.

Rewşa Kerkûkê û deverên din ên nakokbar, li madeya 140 a destûra bingehîn a Iraqê hatîye kifşkirinê û li gorî vê madeyê, divîya heta dawîya sala 2007`ê giştpirsîyek li deverên ku nakokîya kurd û ereban li ser wan heye bihata lidarxistinê ta ku bê zelalkirinê kanê ew dever divê di çaçrova Iraqê de bimînin an tevlî Herêma Kurdistana Iraqê bibin lê, ev madeya bi hegera qeyranên bi dû hev û nearamîyên sîyasî li Iraqê cih nehat.

Seredana Barzanî ya Kerkûkê herwiha li halekî ye ku endamên parlimana Iraqê îro dengê Na dan lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.