Îlon 12, 2017 15:26 Asia/Tehran
  • Serokê herêma Kurdistana Iraqê ji cîgirê serokomarê Iraqê pêşwazî kir

Îro Serokê herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê serokomarê Iraqê Eyad Elawî kir.

Li gorî rapora malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistana Iraqê li bara hevdîtina Mesûd Barzanî û Eyad Elawî de daxûyanîyek belav kir.

Li gorî vê daxûyanîyê, Roja sêşem 12.09.2017 li Selahedînê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya Eyad Elawî Cîgirê Serokomarê Iraqê û şandeke Îtîlafa Niştîmaniya Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û her wiha şerê dijî terorîstan û nîgeraniyên di derbarê paşaroja Musilê û qonaxa piştî DAIŞ`ê de hatin hilkolandin.

Her du alîyan herwiha li bara proseya siyasî û hevkêşeyên cûr bi cûr û gef û berbestên li ber proseya siyasiya Iraqê gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de her du alîyan li bara referandom û paşaroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rawêjkarî kirin.