Tebax 12, 2017 17:55 Asia/Tehran
  • Sê hêzên Pêşmerge di encama êrişa DAIŞ`ê de li Kerkûkê hatin kuştinê

Çavkaniyeka leşkerî ragihand sê kes ji hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê di encma êrişa DAIŞ`ê de ser pêgeheka leşkerî li başûrê Kerkûkê hatin kuştin û hejmareka din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Kamran Mehmûd, yek ji berpirsên hêzên Pêşmerge, vê ajansa nûçeyan re got: Endamên Çekdar ên DAIŞ`ê di encama êrişa şeva buhurî de, êriş birine ser bargehên hêzên Pêşmerge yên li derdora navçeya Daquqê li başûra Kerkûkê û pevçûnên di navbera her du aliyan de zêde ji 5 saetan berdewam bûn.

Wî herwiha got: Sê hêzên Pêşmerge hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne û bi dehan endamên DAIŞ`ê jî hatine kuştin û birîndarbûnê.

Vî rayedarê Kurd destnîşan kir, hêzên Pêşmerge karîne pêgeheka ewlehiyê li navçeyekê ku ketibû ber êrişê, kontrol bike.

DAIŞ pişkên zav ên başûra rojavaya parêzgeha KLerkûkê ku El Hewîce, El Riyaz û El zabê digire ber xwe, girtiye destê xwe û hêzên Pêşmerge jî pişkên din ên vê parêzgehê girtine destê xwe. Endamên DAIŞ`ê hema ji wan navçeyên ku di destê wan de ne, êrişî hêzên iraqî û sivîlan dikin.