Tebax 12, 2017 12:19 Asia/Tehran
  • taxima Kurdan ji bo hevpeyivîna digel rayedarên Iraqê li ser Giştpirsînê diçe Bexdayê

Taxima pêkhatî ji partiyên siyasî yên kurdan li Herêma Kurdistana Iraqê bi merema gotûbêja digel rayedarên Iraqê li ser giştpirsîna cudabûna vê herêmê wê di rojên bê da berê xwe bide Bexdayê.

Li gorî rapora Fars News`ê, Taxima pêkhatî ji partiyên siyasî yên kurdan li Herêma Kurdistana Iraqê renge sibê û dusibê sefera Bexdayê bike. 

Kanala televîziyoniya El Meyadînê ragihand ku taxima navbirî bi mebesta gotûbêja digel rayedarên Iraqê li bara giştpirsîna cudabûnê wê di heyama 72 saetên pêşber da biçe Bexdayê.

Biryar e ev taxim destpêkê sefera Bexdayê û piştra sefera welatên cînar wekî Îran û Tirkiyê bike.

El Meyadînê ragiahnd ku ``endamên vê taximê pêkhatî ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Tirkmen, êzdî û Aşûriyên Iraqê ne``.

Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê meha Hezîrana îsal li ser lidarxisdtina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017`an da li hev kirin.

Dewleta Iraqê bi caran ragiahndiye ku lidarxistina Giştpirsîna cudabûnê li dijî qanûna bingehîn e û nayê qebûlkirin.