Tebax 12, 2017 12:11 Asia/Tehran
  • Nakokiya navbera kurd û tirkmenan li ser Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê

Tirkmenên Kirkûkê li bakurê Iraqê ku li dijî lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ne, bi weşandin û belavkirina bi sedan plakardan, pêngava kurdan li vî warî da şermezar kirin.

Li gorî rapora rojnameya El Erebî El Cedîdê, çalakê medenî yê tirkmen, Imad Eslan, got: ``Li van plakardan, li ser dijayetiya gelê Kirkûkê hemberî lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî hatiye kirn; Ji ber ku nijyar û pêkhateya gelheya vî bajarî ji qewm û etnîkên cûrbicûr ên iraqî ji wan tirkmen, ereb, kurd her wiha xirîstiyaniyan pêk hatiye``.

Li gorî gotina vî çalakê medenî, eger rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê li ser lidarxsitina Giştpirsînê pêgiriyê bike, plakard û dirûşme dibin nerazîtî û ev yek dê bibe qeyraneke navneteweyî.

Serokê bereya Tirkmenên Iraqê, Erşed Salihî jî destnîşan kir: ``Tirkmenên ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn, wê beşdarî giştpirsîna cudatiyê ku biryar e 25`ê Îlona îsal were lidarxistin, nebin``.

Erşed salihî got: ``Li navçeyên ku li ser xwedîtiya wan navbnera dewleta navendî ya Iraqê û serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, nakokî heye, ev giştpirsîn, divê neyê lidarxistin``.

Hin rêxistinên siyasî jî weke partiyên siyasî û Tevgera Goranê ku ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê bi serokatiya Celal Talibanî veqetiyaye, li dijî lidarxistina Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê ne.