Serleşkir Pasdar Baqirî: Hilêxistina lidarxistian giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê destpêka pirsgirêkên nû li vê navçê ye
Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar, behsa rapirsiya li Kurdistana Iraqê û cidakirina beşek ji Iraqê li qonaxa niha karekî nenormal da zanîn.
Li gorî rapora Kurdpressê û ji zarê peywendiyên giştî yên serokatiya Erknatiya giştî ya Hêzên Çekdar, serleşkir pasdar Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar li civîna fermandeyên hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ku li Meşheda Pîroz hat lidarxistin, bi raberkirina şiroiveyekê li bara rewşa navçê û cîhanê li bara lidarxistina rapirsiya li Kurdistana Iraqê got : Eva ku li beşek ji welatê Iraqê bi işkesta DAIŞê û teorîstên tekfîrî piştî sê salan şer û awarebûna gelê ezîz û raberkirina gelek şehîdan û serketina gel û merceyeta olî û serketina artêşê û hêzên Heşda Şebî yên vî welatî, nişkêve behsa rapirsiyê li Kurdistana Iraqê û cidakirina beşek ji Iraqê tê kirin, eva meseleyeke nenormal e.
Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar, serleşkir Baqirî, hilêxistina mijara lidarxistina rapirsiyê li Kurdistana Iraqê destpêkek jibo pêkhatina pisrgirêkên nû li vê navçê da zanîn û tekez kir: Ev meseleya qet ji aliyê cînarên Iraqê nayê qebûlkirin û parastina serbixwetî û yekperçetiya Iraqê ser qazanca hemî qewm û etnîkan, mezheb û beşên curbicure vî welatî ye.
Endamê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî bal kişand ser pirsgirêk û aloziya di anvbera hin welatên navçê û pêkanîna rêzbendiyên nû navbera welatên erebî û got : Tewsiya Komara Îslamî ya Îranê çi jibo Iraqê û çi hin pirsgirêkên din li derdora Kendava Farsê hevfehmkirin û gotûbêja li rewşeke bêyî tundû tûjî û bêtifaqiyê ye.