Tîrmeh 17, 2017 18:29 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Giştpirsîya li Herêma Kurdistanê dibe sedema lawazbûna hemî Iraqê

Sêkrêtêrê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê yê bibe sedema tenêmayîn, zexta ser kurdan û lawazbûna Herêma Kurdistanê tevahîya Iraqê.

Elî Şemixanî Sêkrêtêrê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê îro li hevdîtina ligel Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê sêkrêtêrê giştî yê YNK`ê li Têhranê herwiha got: Şopandina mijara giştpirsîya jibo cidabûn û çiqbûna gelê Iraqê, bi ti yek ji ewlewîyet û hewcedarîyên rastî yên gel û sîyaseta berpirsên Iraqê ra lihev nayê.

Şemixanî got ku hin welatên navçê û yên derveyî navçê dixwazin Iraq û welatên mezin ên rojavaya Asyayê lawaz bibin û got: Bi hişyarîyê û berçavgirtina berjewendîyên netewî û berjewendîyên cîhana islamê nabe rê bê dayîn ku ev planên koledarîyê û yên welatên derveyî herêmê wek Rojhilata Navîn a Mezin serê xwe bigirin.

Sêkrêtêrê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bibîr xist: Ewlehî, pêşketina aborîyê û rehetîya gel û partî û komên bakûra Iraqê berbendeke girîng ser rêka çalakî û geşbûna komên têrorîst e.

Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê sêkrêtêrê giştî yê YNK`ê jî di vê hevdîtinê da, Îran piştevanê gelê kurd ê Iraqê zanî û pêkutî kir: Herêma Kurdistana Iraqê bi dosîtya ligel Komara Islamî ya Îranê şanazîyê dike.

Wî bal kişand ser piştgirîya Îranê ji ewlehîya Herêma Kurdistana Iraqê dema êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê ser vê deverê û got: Îran tenha welatek bû ku tevî sekinîna cidî li hemberî DAIŞ`ê rê li ber bobelata ewlehîyê li Kurdistana Iraqê girt.