Tîrmeh 17, 2017 08:17 Asia/Tehran
  • Qedrzaniya Niçîrvan Barzanî ji rola baş û erênî ya Îranê li Iraqê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji rola baş û erênî ya Komara îslamî ya îranê li Iraqê û li vê herêmê qedrzanî kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Niçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina xwe ya êvara duh yekşemê tev Îrac Mescidî baylozê Îranê li Iraqê bal kişande ser peywendiyên baş ên di navbera Têhran û Hewlêrê û got: Îran dikare alîkariya Bexda û Hewlêrê bike ta ku pirsgirêkên heyî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê çareser bin.

Îrac Mescidî jî bilî destnîşankirina ser berfirehkirina peywendiyên di navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê û got: Herwisa ku Îranê li rewşên dijwar û awarte alîkariya gelê Herêma Kurdistana Iraqê kiriye û li kêleka xelkê vê herêmê bûye, niha jî amadeye bona çareserkirina neyariyên di navbera Bexda û Hewlêrê navcîtiyê bike.

Firotina nifta Herêma Kurdistana Iraqê û çawaniya parvebûna bûdca Iraqê ji babetên serekene ku bûne sebeb di navbera Hewlêr û Bexdayê va neyarî çê bin.

Îrac Mescidî û Niçîrvan Barzanî li vê hevdîtinê ser dewama xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê hetanî jinavbirina vê grûpa terorîstî sekinîn.