Çile 15, 2021 07:40 Asia/Tehran
  • Hilbijartina parlemanê ya Iraqê hate taloqkirin

Îşev li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar hate dayîn û li gorî wê hilbijartinên parlemana Iraqê hate taloqkirin.

Di civîna her sê Wezaretên Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê de biryara talopkirina hilbijartina pêşwext a Iraqê hate dayîn. Beriya niha biryar hatibû dayîn ku di 6’ê Hezîrana 2021’an de hilbijartin pêk bê.

Piştî civînê tu demekî nû ya ji bo hilbijartinê nehate diyarkirin.

Hatiye ragihandin ku di civîna çêbûyî de komîsyona bilind a hilbijartinê ragihandiye ku komîsyon nikare di meha Hezîranê de hilbijartinê pêk bîne.

Serepeyv