Çile 12, 2021 14:05 Asia/Tehran
  • Xwenîşandan li Zîqara Iraqê destpê bûn

Çavkaniyên iraqî qala lidarxistina dubare ya xwenîşandan û neraazîtiyê li bajarê Nasiriyê yê navenda parêzgeha Zîqarê li başûrê vî welatî kirin.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Bi sedan neraziyên iraqî berêvara Duşemiyê li meydana Hubûbî ya bajarê Nasiriyê kom bûn û bi bilindkirina hin dirûşmeyan daxwaz cihanîna xwestekên xwe û lêpirsîna ji sebebkarên kuştina xwenîşanderan kirin.

Li pey pevçûnên rojên bihurî navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê li Zîqarê, polîsek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Şemiyê bi şev jî hejmareke zêde ya gelê Iraqê li Bexda, Necef û Dîwaniyê jibo hevgirtina digel xwenîşanderên zîqarî derketin nav kolanan.

 

 

Serepeyv