Çile 11, 2021 09:21 Asia/Tehran
  • Li Nasiriya Iraqê di xwepêşandanan de polîsek hat kuştin

 Li qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriye yê Iraqê di xwepêşandanan de pevçûn derket û di encama bûyerê de polîsek hat kuştin û 33 xwepêşander jî birîndar bûne.

Jêderekî ewlehiyê  ji Şefeq Newsê re ragihandiye ku gulleyek li polîsekî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Herwiha kesên ji xwepêşanderan jî di pevçûn û aloziyên navenda bajarê Nasiriye de birîndar bûne.

Hatibû ragihansin ku duh hêzên ewlehiyê ji bo rêlibergirtina xwepêşandanên li qada Hebûbî ya li navenda bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqarê, bi wan re ketin pevçûnê.

Jêderê ewlehiyê eşkere kiribû; tevî ku gulle hatin berdan, xwepêşander karîbûn qadê kontrol bikin û rêyên ku ber bi qadê diçûn, bi şewitandina tekelan, girtibûn.

Ji roja îna borî ve li qada Hebûbî xwepêşandanê dest pê kiriye û polîs bombeyên gazê û rondikrij li hember xwepêşanderan bi kar anîn û piştre gulle berdan, da ku xwepêşander negihijîn qadê.

Serepeyv