Mijdar 30, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Hewîce ya Iraqê fermandarekî polîs xwe kuşt

Îro roja duşemê 30.11.2020an qezaya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê fermandarekî polîsê federali dawî li jiyana xwe anî.

Rêveberê Rêveberiya Polîsê Hewîceyê Emîd Fetah Mehmûd ji BasNewsê re axivî û da zanîn li gundê Sehîl fermandarekî fewca lîweya yek ê bi navê X, F bi çekê xwe kuştiye.

Herwiha Emîd Fetah Mehmûd, amaje bi wê yeke jî kir heta niha sedema xwekuştina wî fermandarî ne diyar e û lêkolînan derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

Serepeyv