Cotmeh 21, 2020 10:37 Asia/Tehran
  • Fuad Husên: Macron û Merkel bi girîngî behsa rêkevtina Şingalê kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yên ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almayayê Angela Merkel de ragihand ku Macron û Merkel di civînan de bi girîng behsa rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir.

Şandeke hikûmeta Iraqê ev çend roj e bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Ewropayê ye. Şanda hikûmeta Iraqê çend hevdîtin li rayêdarên Fransayê pêk anî û piştre jî serdana Almanyayê kir û duh li Berlînê ligel serokwezîra wî welatî Angela Merkel civiya. Herwiha biryar e Şanda hikûmeta Iraqê piştî hevdîtinên xwe yên li Almanyayê serdana Brîtanyayê jî bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku di hevdîtinên şanda hikûmeta ya Iraqê ligel rayedarên Fransa û Almanyayê de behsa çend mijarên girîn hate kirin û Herêma Kurdistanê jî hate rojevê wan.

Fuad Husên da zanîn ku di hevdîtinan de rewşa ewlehiya balyozxanên Almanya û Fransayê yên li Bexdayê yek ji mijarên hevdîtinan bûye û got: “Biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Iraqê hat gotûbêjkirin. Encamên vekişîna Amerîkayê dê çi bin hemû hatin nirxandin. 

Bi gotina Fuad Husên di hevdîtinan de bi girîngî behsa rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir û derbarê vê mijarê de dibêje: “Almanya û Fransayê rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de bi girîngî behs kirin. Van di vê mijarê de piştevaniya xwe bo Serokwezîr nîşan dan û spasiyên xwe pêşkeş kirin. Mijara Şingalê têkilî bi welatên cîran re jî heye.”

Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha teqez kir ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baş in û di dewamê de got: “Divê welatên derve midexalên xwe nekin. Danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in û Serokwezîr û rayêdarên Herêma Kurdistanê her di nav peywendiyê de ne. Pirsgirêkên hene jî dê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.”

Serepeyv