Cotmeh 19, 2020 16:19 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li hember DAIŞê li navçeyekî Nînowa operasyonek da destpê kirin

Artêşa Iraqê operasyonek leşkerî bo dest bi serda girtina navçeyeke bin desthilatiya rêxistina terorîst a DAIŞê ya li parêzgeha Nînowayê da destpê kirin.

Operasyon îro 19.10.2020ê  bi topbaran kirineke giran li navçeya Cezîre ya Kenus li başûrê bajarê Mûsil a navenda parêzgeha Nînowa destpê kir.

Li gor zanyariyên çapemeniyê, topbaran kirin amadekariyek bûye ji bo ku artêşê û hêzên Iraqê bikevin nav Cezîre ya Kenus, ku demeke ji ber desthilatiya DAIŞê nekarîne wê navçeyê kontrol bikin.

Derveyî hêzên bejayê hêzên esmanî yên Iraqê jî beşdariyê li operasyonê dikin bo ku Cezîre ya Kenus bigrin.

Serepeyv