Cotmeh 19, 2020 15:05 Asia/Tehran
  • Kerkûk – Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Hewîce kirin

Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî bajarokê Hewîce yê Kerkûkê kirin û çend xanî û otomobîlên welatiyan şewitandin.

Berpirsê polîsê bajarokê Hewîce, Fetah Mehmûd ji BasNewsê re got, şeva borî nêzîkî 10 terorîstên DAIŞê êrişî gundê Burhan Mezherasî yê Hewîce kirin.

Wî efserî polîs da zanîn, di wê êrişê de terorîstên DAIŞê çend otomobîl û xaniyên welatiyan şewitandin. Xaniyê serokê berê yê fraksyona erebî li encumena parêzgeha Kerkûkê, Burhan Mezher jî şewitandin. Terorîst, piştî wê xirabkariyê, reviyan.

Serepeyv