Li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
Cotmeh 18, 2020 19:14 Asia/Tehran
Hêzên istixbarata Iraqê îro 8 çeteyên DAIŞ'ê ku berê di nav "Dîwan El-Cund" li parêzgeha Nîneweyê de dixebitîn, girtin.
Li gorî Toreya El-Sumeriya, hêzên istixbarata Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên wan li herêmên cûda yên parêzgeha Nîneweyê 8 terorîst girtine.
Hêzên istixbaratê anî ziman ku kesên hatine girtin di lêpirsînê de lixwe mukir hatin ku wan di serdema serweriya DAIŞ`ê de gelek çalakiyên terorîst pêk anîne.