Cotmeh 07, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê zilamekî hewla serjêkirina perestarek jin da!

Li bajarê Kerkûkê perestarek jin ji aliyê perestarekî din ve rastî êrişê hat û giran birîndar bû.

Polîsekî li Kerkûkê, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, şeva borî perestarek jin, dema vedigeriya mala xwe, rastî êrişa perestarekî hat ku heval û hevkarê wê bû.

Wî polîsî da zanîn, wî zilamê ew perestar dabû ber kêran û hewla serjêkirina wê dabû lê hêzên polîs karîn wê rizgar bikin.

Bi gotina wî polîsî, rewşa wê perestarê baş nîne û li nexweşxanê hatiye razandin, kesê êrişkar jî hatiye girtin.

Endama berê ya encumena parêzgeha Kerkûkê, Ciwan Hesen jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew rûdana bi rastî metirsîdar e û bandora hinek fîlm û diramayên biyanî ye li ser jiyana xelkê.

Serepeyv