Îlon 23, 2020 23:44 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê: Budçeya sala 2021ê hatiye amadekirin

Êvara îro roja çarşemê 23.09.2020an Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mula aşkere kir bûdçeya sala 2021ê hatiye amadekirin û hindik maye bi dawî bibe.

Di kongreyeke rojnemevanî de Ehmed Mula da zanîn bûdçeya sala 2021ê hatiye amadekirin û wê bo parlemanê bê şandin û parleman deng li ser bide. Herwiha Ehmed Mula da zanîn wê heta 3 mehan bûdçe bi temamî amade bibe.

Cihê behsê ye Parlemana Iraqê bûdçeya sala 2020 amade nekir û bêyî plana bûdçeyî sala 2020ê derbas kir.

Serepeyv