Îlon 23, 2020 23:21 Asia/Tehran
  • Iraq- 72 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 55 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 23yê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 332 hezar 635 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 264 hezar û 988 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 541 kes di nexweşxanên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 754 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gorî nûçeyeke din hat ragihandin ku di nava 3 rojan de pizîşkek û du karmendên tendirustiyê li parêzgeha Duhokê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv