Îlon 23, 2020 23:09 Asia/Tehran
  • Iraq- Teqînekê hêzên hevpyemaniya navdewletî kir armanc

Êvara îro çarşemê 23.09.2020an teqînekê karwanekî hêzên hevpeymaniya navdewletî yên bi serkêşiya Amerîkayê li parêzgeha Selehedîn a Iraqê kir armanc.

Çavkaniyeke asayîşê ji BasNewsê re axivî û da zanîn karwanekî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatiye armanckirin.

Çavkaniyê hanê dibêje: Ti zirara canî çênebûye û teqînê bi tenê zriar daye otomobîleke hevpeypeymaniyê.

Hêjayê gotinê ye ku heya niha çendîn caran bi heman awayî hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bûye armanca êrişan. Herwiha bi heman awayî heta niha çendîn mûşek  ber bi balafirgeha navdewletî ya Bexdayê avêtine.

Serepeyv