Îlon 22, 2020 17:37 Asia/Tehran
  • Hişyariya li bara xebatên îstixbaratî yên şîrketên emerîkî li Iraqê

Endamê komîsyoan enerjiyê li parelaman Iraqê li bara xebatên îstixbaratî yên hin şîrketên emerîkî li welatê hanê agahî da.

Mehmûd El-Zecrawî, endamê komîsyona enerjiyê li parlemana Iraqê got: "Hin şîrketên emerîkî li Iraqê bi xebatên îstixabaratî li dosiyên giring û curbicur ên  welêt de hevkariyê dikin  û di wan de mudaxilê dikin."

El- Zecrawî got: "Ev şîrketên emerîkî li salên derbasbûyî hin peyman bi bi diravên mezin bona cihanîna projeyên xwe ji wan li beşa enerjiyê wajo kirine ku tu destkewtek rastîn bo Iraqê tinebûye."

 Sed El-Xezelî nunerê firaksiyoa Sadiqûn li parlemana Iraqê jî li bara çaresernebûna qeyrana cereyanê li Iraqê got: "Emerîka li pişt perdeya vê qeyranê heye û dixweze alozî û pirsgirêk li Iraqê bidome."

Iraq li salên derbabûyî zêdetir 4 milyar dolar bo baştirkirina rewşa cereyanê xerc kiriye lê ji ber siyasetên Emerîkayê pirsgirêa cereyanê li vî welatî çareser nebûne. 

 Her salê di demsala havînê bi zêdebûna  têna hewayê û jordeçûyîn asta bikaranîna cereyanê û kiryara dewletê ya parvekirina cereyana bajêr, xwenîşandanên berfireh li seranserê Iraqê bi taybet parêzgehên başûrî yên vî welatî tên lidarxistin.