Îlon 19, 2020 13:33 Asia/Tehran
  •  Hişyariya cidî ya Muqteda Sedir bo Netanyahu li bara her cure peywendiya tev Iraqê

Rêberê tevgera sedira Iraqê li bara hin nûçeyên hatî weşandin li bara vekirina balyozxana sayberî ya Iraqê li Telavîvê hişyarî da serokwezîrê Rejîma Siyonîstî.

 Li gorî rapora IRNAyê rêberê tevgera Sedira Iraqê li xutbeya nimêja îniyê ya Kûfê hevhatina hin welatên erebî tev Rejîma Siyonîstî şermezar kir û hişyarî da Benyamîn Netanyahu serokwezîrê Îsraîlê ku seredana Iraqê neke  û ji asayîkirina peywendiyan yên mîna şêxnişînên kendava Farsê dûriyê bike ji ber ku ev kara dibe dawiya kar û desthilatdariya we. 

 Pêştir hin torên civakî hin nûçe li bara avakirina balyozxana sayberî ya Iraqê li Îsraîlê weşandin. 

 Sêşemiyê şevê 15 îlonê li Waşengtonê peymana lihevkirinê navbera Îmarat û Behreynê tev Rejîma Siyonîstî li hizûra Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi fermî hat îmzekirin. 

Serepeyv