Îlon 17, 2020 22:27 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Iraqê: DAIŞ hewl dide cardin li Sûriyê û Iraqê çalak bibe

Wezîrê derve yê Iraqê got ku xetera DAIŞ`ê hîn ji holê ranebûye û terorîstan dil hene xwe li Iraq û Sûriyê vejînin.

Wezîrê derve yê Iraqê, Fuad Husên li hevdîtina bi Josep Borrell nûnerê siyaseta derve û ewlehiya YE li Brukselê daxwaza derxistina navê Iraqê ji nav lîsteya welatên bi talûke li babeta diravşûştin û dabînkirina çavkaniyên diravî yên terorîzmê kir. 

 Li gor nivîsa malpera Someiye Newsê, li daxuyaniya Wezareta derve ya Iraqê li bara vê hevdîtinê hatiye ku  Fuad Husên ji helêwsên YE li hember Iraqê sipasî kir û daxwaza berfirehkirina hevkariyan li astên curbcur kir. 

 Wezîrê derve yê Iraqê her wiha got: Iraqê rêzê li serweriya welatên din digre û mudaxilê li karûbarên tu welatekî nake û welatên cîranê Iraqê jî nabe mudaxilê li karûbarên navxweyî yên vî welatî bikin. Fuad Huseyn teqez kir Iraq nabe bibe  meydana pevçûna aliyên curbicur. 

 Wî li bara rawestana Iraqê li hember terorîzmê jî got ku xebata terorîstan hertim li navçên curbicur ên Iraqê didome û  koma terorîst a DAIŞê hewl dide xwe li Sûriyê û Iraqê vejîne. 

Serepeyv