Tebax 12, 2020 22:14 Asia/Tehran
  • Îmarat û Misirê jî piştgirî dane Iraqê û êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Wezîrê Kar û Barên Derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş ragihand ku li dijî "binpêkirinên Tirkiyê" welatê wî piştgiriya Iraqê dike. Misirê jî êrişa Enqerayê ya li dijî wesayîteke Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê re şermezar kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Qerqaş li ser Twittera xwe wiha nivîsî: "Li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên domdar ji serweriya Iraqê re, em piştgiriya Iraqê dikin. Helwesta me ya redkirina destwerdanên herêmî di kar û barê dewletên Ereb de, zelal e. Divê têkiliyên di navbera dewletan de li ser esasê rêzgirtina li hemberî serweriya welatan û nedestwerdana di karên hundirîn de be."

Li aliyekî din, Wezareta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê wiha got: "Em hedefkirina balafireke bêmirov a  Tirkiyê ji erebeyeke hêzên girêdayî Hêzên Parastina Sînor ên Iraqî li herêma Sîdekanê ya bakurê Iraqê, şermezar dikin, ku di encamê de hejmareke leşkerên Iraqê hatibûn kuştin. Ev yek serweriya Iraqê binpê dike û gefeke nû li ewlehî û îstiqrara herêmî dixwe."

Wezareta Misirî sersaxî da malbata qurbaniyan û artêşa Iraqê û got, hikumet û gelê Misirê li kêleka hikumet û gelê Iraqê ye û divê rêz li hemberî serweriya Iraqê û yekitiya xaka Iraqê bê girtin.

Hikumeta Iraqê serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Helûsî Akar ya ji bo Iraqê betal kir. Wezareta Derve ya Iraqê jî ji bo şermezarkirina bombebarana Tirkiyê ku tê de 2 efser û leşkerekî hêzên çekdar ên Iraqê hatibû kuştin, bang li balyozê Enqera yê li Iraqê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sêşemê Wezareta Derve ya Iraqê ragihandibû ku balafireke keşfê ya Tirkiyê herêma Sidekanê ya girêdayî Hewlêrê bombebaran kiriye.

 

 

Serepeyv